Erkan Bîbanî: Mesrûr Barzanî helweşandina torên madeyên hişber tekez kir

Erkan Bîbanî
Erkan Bîbanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Nehêlana Madeyên Hişber amaje da ku, li Herêma Kurdistanê tu kargehên hilberîna madeyên hişber nînin û stratejiya berhingarbûna torên madeyên hişber jî hatiye xurtkirin.

Berdevkê Birêvebiriya Nehêlana Madeyên Hişber Erkan Bîbanî îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) ji Kurdistan24ê re got: "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştgirekê me yê sereke ye, ji bo zêdetir berhingarbûna madeyên hişber û bikarîner û bazirganên madeyên hişber, herwesa stratejiyeka mukom ji bo zêdetir berhingarbûna torên madeyên hişber hatiye danan.”

Erkan Bîbanî herwesa got: “Tu madeyên hişber kargeh û çavkaniyên xwe li Herêma Kurdistanê nînin, bi awayê çandiniyê jî nebûne.”

Navbirî amaje jî da: “Bi deriyên sînor û balafirxaneyan re hevahengiyeka pir baş heye. Tevî wê yekê jî, gelek korsên taybetî hatine vekirin da ku di desteserkirina madeyên hişber de zêdetir şareza bibin.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment