Karwan Kelarî hat berdan

Karwan Kelarî
Karwan Kelarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnamevan Karwan Kelarî piştî ku duhî li Germiyanê bê haydarkirina pêşwext ji aliyê hêzeka Asayîşê ve hat girtin û ji bo Silêmaniyê hat veguhastin, îro bi kefalet hat berdan lê hêzên Asayîşê yên Silêmanî û Germiyanê hîn jî tu ronkirinek li ser sedema girtina wî belav nekiriye.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Germiyanê Herêm Caf îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) got: “Rojnamevan Karwan Kelarî duhî saet 6:00 ê êvarê dema ku ji dewama xwe vedigeriya, li Kelarê ji aliyê hêzeka ewlehiyê ve hat girtin û rasterast ji bo Silêmaniyê hat veguhastin.”

Herêm Caf herwesa got: “Heta saet 2:30 ê sibeha îro jî, tu kesekî heta xizmên Karwan Kelarî jî ha ji nûçeya girtina wî nebû, herwesa ew bi xwe jî pêşwext nehatibû haydarkirin ku dê hatiba girtin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku, Karwan Kelarî îro saet 6:00 ê êvarê bi kefalet hatiye berdan.

Navbirî eşkere jî kir: “Awayê girtina Karwan Kelarî ji aliyê Asayîşê ve di nav rojnamevan û çalakvanên Germiyanê de bûye sedema nîgeraniyê.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan û Sendîkaya Rojnamevanên Kutrdistanê jî her îro ragihandinên xwe weşandin û tê de daxwaza berdana Karwan Kelarî kir, herwesa daxwaza wê yekê jî kiribû ku divê sedema girtina wî rojnamevanî jî ji bo xizmên wî bê eşkerekirin.

Rojnamevan Karwan Kelarî li Germiyanê Birêvebirê Radyoya Kazîweyê ye.

 
Fly Erbil Advertisment