Çavkaniyek: Heftiya bê Lahûr Şêx Cengî û Poladê birayê wî tên darizandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku, Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî, Polad Şêx Cengî û Rêbwar Hemîd Hecî Xalî dê di heftiya de bê darizandin.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) ji çavkaniyeka haydar zaniye ku, her yek ji Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî, Polad Şêx Cengî û Rêbwar Hemîd Hecî Xalî dê li roja Yekşemê an Duşemê ya heftiya bê bên darizandin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku, dadwer dê jêpirsînê bi Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî, Polad Şêx Cengî û Rêbwar Hemîd Hecî Xalî re li ser wan dozan bike yên ku ew ji ber wan hatine girtin.
Hêzeka mezin a YNKê, ku ji Komando, Asayîş û Dijeterorê pêk dihat, li roja Pêncşemê (21ê Tebaxa 2025ê) li derengiya şevê ber bi cihê rûniştina Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî ve çû û cihê wan dorpêç kirin.
Şer û pevçûnên di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêza Dupişkê a girêdayî Lahûr Şêx Cengî de li serê sibeha roja Înê (22ê Tebaxa 2025ê) rûda.
Piştî rûbirûbûneka dijwar a çekdarî ku ji bo dema çend saetan berdewam bû û di encamê de sê endamên YNKê hatin kuştin, 19 kesên din jî birîndar bûn û herwesa Lahûr Şêx Cengî û Poladê birayê wî jî hatin girtin.
