Li Cizîrê Sempozyûma Melayê Cizîrî tê lidarxistin

Serok Barzanî jî bo wê sempozyûmê hatiye vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê, Qeymeqamiya Cizîrê û Zanîngeha Şirnexê ve Sempozyûma Melayê Cizîrî tê li darxistin û tê pêşbînîkirin ku ji Herêma Kurdistanê jî tevlîbûyî hebin.

Di 28 û 29ê Mijdarê de li Cizîrê, bi amadekariya Parêzgeriya Şirnexê, Qeymeqamiya Cizîrê û Zanîngeha Şirnexê, Gera 4ê ya Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî dê bê lidarxistin.

Hat zanîn ku Serok Mesûd Barzanî jî ji bo wê sempozyûmê hatiye vexwendin. Hîn nediyar e ka ew dê tevlî wê bibe an ne lê dê ji malbata wan kesek tevlî wê bibe û nav hîn aşkere nebûye. Di nava tevlîbûyîyan de ji Herêma Kurdistanê hêşta kesatî jî hene.

Îsal sernavê wê sempozyûmê “Di Nazara Melayê Cizîrî De Exlaq” e.

 
Fly Erbil Advertisment