Ragihandina Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa li ser Zeviya Kormorê
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta federal kir ku, erkên xwe yên destûrî, qanûnî û ewlehiyê bi cîh bîne û rêkarên bilez li dijî tawanbarên û kesên li pişt wan rêkaran bi cih bîne.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (27ê Mijdara 2025ê) ragihandinek li ser êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê weşand û ragihand ku, di navbera 15ê Hezîrana 2025ê û 25ê Tîrmeha 2025ê de, zevî û dezgehên petrolê, tevî gelek dezgehên girîng li Herêma Kurdistanê hevrûşî êrîşên dronan bûn û ji ber wê yekê zirarên madî û aborî yên berçav gihîştine wê.
Wezareta Navxwe amaje jî da ku ji bo lêkolînên li ser wan êrîşên metirsîdar û destnîşankirina bikerên wan û cezakirina wan, Serokwezîrê Iraqê biryaran pêkanîna komîteyeka hevpar derxist, bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê û endametiya dezgehên ewlekarî, hewalgirî û leşkerî yên federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Herwesa wê komîteya hevpar dest bi karên xwe kir û di 28ê Tîrmeha 2025ê de serdana Herêma Kurdistanê kir û hejmareka civînên meydanî kir û pişkinînên teknîkî ji bo cihên êrîşkirî kir, li gorî encamên lêkolînên teknîkî yên bermahiyên dronên ku di van êrîşan de hatine bikar anîn, diyar bû ku rêya avêtina wan ji deverên di bin kontrola hêzên federal de ye, ku hevsînorê Herêma Kurdistanê ye.
Herwesa dezgehên ewlehiyê û hewalgiriyê yên herêmê îtîrafên qanûnî yên belgekirî yên wan kesan pêşkêşkirin ku eşkere dibe bi ser kîjan rêxistinênê ve ne.
Wezareta Navxwe di ragihandina xwe de amaje jî da ku, bi temambûna vekolanan re, komîteya lêpirsînê ya bilind, ku bi fermaneka Serokwezîrê Iraqê hatiye avakirin, li bingeha Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî civiya û rapora xwe ya dawiyê amade kir, pêşkêşî Serokwezîrê Federal hat kirin ji bo bicihanîna rêkarên qanûnî li bernaberî alî û kesên ku tevlî êrîşan bûne.
Lê tevî derbazbûna zêdetirî du mehan li ser pêşkêşkirina wê raportê de, hikûmeta federal tu rêkarên qanûnî an ewlehiyê li dijî tawanbarên nehatine bicihanîn.
Herwesa amaje jî hatiye dan ku, li gorî van rastiyan, em ji raya giştî re ron dikin ku di raporta dawiyê de, ku niha li ber destê Serokwezîrê Iraqê ye, bi zelalî berpirsiyarên êrîşên terorîstî destnîşan dike, ku bi rêya bikaranîna dronan zirarên berçav û xeter gihandine jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê. Wê raportê gelek rasparde hene, ya herî berçav ew e ku civîna Encûmena Ewlekariya Neteweyî bê lidarxistin da ku li ser raportê nîqaş bike û rêkarên qanûnî yên pêdivî li dijî berpirsiyaran bi cih bîne. Lê heta niha tu ji van raspardeyan nehatine bicîhanîn.
Herwesa gotiye ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta federal dike ku erkên xwe yên destûrî, qanûnî û ewlehiyê bi cîh bîne û tavilê li dijî tawanbarên û kesên li pişt wan rêkaran bi cih bîne, da ku em piştrast bin ku kiryar û binpêkirinên wesa ku gefan li ewlehiya neteweyî û berjewendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê dikin, dubare nabin ve.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku, Herêma Kurdistanê tekez li ser berdewambûna bêhwlwestiya li ber beranberî wan kesên tevlî wê bûne binpêkirina berpirsiyariya destûrî û ewlehiyê ye û ev xemsarî tenê wan rêxistinan teşwîq dike da ku kiryarên xwe bidomînin.
Herwesa êrîşa şevêdî li ser Zeviya Gazê ya Kormorê encama rasterast a nebûna rêkarên tund li dijî bikerên êrîşên berê ye. Ji ber vê yekê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê maf heye ku di çarçoveya destûr û qanûnê de hemî rêkarên pêdivî bi cih bîne da ku berjewendiyên xwe yên ewlehî û aborî biparêze.
Nêzî saet 11:30 ê şevêdî (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li qezaya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin, ku bû sedema rawestandina hilberîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.
