Nêçîrvan Barzanî û Konsulê nû yê Çîkê çend pirs nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya tevahî ji bo biserxistina erkê Konsulê Giştî yê nû yê Çîkê li Herêma Kurdistanê ragihand.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 30ê Mijdara 2025ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê Lukas Gjuric kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di wê hevdîtinên de destpêkirina karê nû li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo biserxistina erkê wî tekez kir.
Nêçîrvan Barzanî ji ber alîkariyên Komara Çîkê ji bo Herêma Kurdistanê spasiya wê kir û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên bi Komara Çîkê re anî ziman.
Konsulê Giştî yê nû yê Çîkê jî ji aliyê xwe ve, tevî şermezarkirina êrîşa li ser Zeviya Kormorê, kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina erkê xwe anî ziman û karkirina ji bo pêşxistina têkiliyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de tekez kir, bi taybetî jî di warê berfirehkirina hevkariya di navbera herdu welatan de di warê aborî de.
Rewşa deverê bi giştî û çend mijarên ji bo herdu aliyan girîng jî mijarên tewerekê din ê wê hevdîtinên bûn.
