Fazil Mîranî: Em emanetê didin destê nifşê nû da ku xewna dewletbûnê pêk bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, ew emaneta ku ji pêşiyên xwe wergirtine, didin destê nifşê nû ji bo ku xewna dewletbûnê bikin rastî.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro 1ê Berçile di gotarekê de, peyamek arasteyî ciwanan kir û diyar kir, rêya ku wan daye ber xwe, pêwîstiya wê bi bêhnfirehiyê heye û armanca wan a dawî gihîştina bi serxwebûn û dewleta Kurdistanê ye.

Mîranî di gotara xwe de amaje bi wê yekê kir, nifşê kevin ala û emaneta xebatê ji pêşiyên xwe wergirtine û niha jî dixwazin wê emanetê radestî nifşê nû û ciwanan bikin.

Derbarê vê mijarê de, Mîranî ronîkirin da û got: "Mebesta me ji radestkirinê, ne destjêberdan e; belkî mebest jê soz û peyman e ji bo parastina axê û berdewamdan bi wê rêbazê, ji ber ku ev rêyeke dûr û dirêj e û pêwîstî bi tehemûlê heye."

Berpirsê Desteya Kargêrî mînak bi xebata Mistefa Barzanî anî û got: "Her wekî çawa Barzaniyê Nemir di çûna xwe ya bo Yekîtiya Sovyetê û vegera xwe de bêhnfireh bû, her wiha di berdewamiya Şoreşa Eylûl û Gulanê de heta digihîje îro, divê em jî bi heman awayî bin."

Derbarê paşeroj û armanca xebata xwe de, Fazil Mîranî tekez kir ku xewna wan bi dawî nehatiye. Herwiha destnîşan kir jî, xewna bingehîn û armanca wan ew e ku Kurd bibin xwedî nasname û dewleta xwe ya serbixwe, wekî emanetekê li welatê xwe bimînin ku pêkvejiyan û azadî tê de berceste be.

 
 
Fly Erbil Advertisment