Nûnerê Serokê Eşîra Herkî: Dijayetîkirina hikûmetê tawan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetiyekî naskirî yê eşîra Herkî derbarê aloziyên vê dawiyê hişyariyê dide û radigihîne, destên derve dixwazin ji bo têkdana xweşguzeraniya Herêma Kurdistanê sûdê ji vê rewşê werbigirin. Ew daxwazê ji xelkê devera Lacanê dike ku rê nedin kesên têkder û bang dike ku ew kesên destê wan di tevliheviyan de heye, radestî dadgehê bên kirin.

Mela Xalid Herkî, nûnerê Serokê Eşîra Herkî Mehmûd Axa, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em gelekî nîgeran in ku hinek kes dixwazin aramî û xweşguzeraniya Herêma Kurdistanê têk bidin. Destê derve jî hewl dide ku sûdê ji vê bûyerê werbigire, lewra ez daxwazê ji hemû Herkiyan dikim ku aramî û yekrêziyê biparêzin û dilê neyaran xweş nekin."

Herwiha daxwaz kir ku ew kesên destê wan di wan têkderiyan de heye, radestî dadgehê bên kirin û li gorî yasayê serederî ligel wan bê kirin.

Mela Xalid got: "Ez bang li wan aliyan dikim ku dixwazin vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin; bila bîr li yekrêzî û paşeroja Kurdan bikin. Bi taybetî di vê demê de ku Herêma Kurdistanê bi hewldanên Serokwezîr Mesrûr Barzanî avedan bûye û em bûne xwediyê elektrîka 24 saetî."

Di berdewamiya axaftina xwe de, wî rexne li şêwaza rûmalkirina hinek dezgehên medyayê jî girt û got: "Mixabin hinek medya bi şaşî û dûrî pabendbûna bi ewlehiya neteweyî û etîka medyayî rûmala vê bûyerê dikin, ku ev yek ziyanê digihîne berjewendiyên Herêma Kurdistanê."

Mela Xalid Herkî di dawiyê de tekez kir, ji aliyê şerîetê ve "tawan e mirov li dijî hikûmeta welatê xwe derkeve", lewra daxwaz ji nûnerên devera Lacanê kir ku rê nedin ti kesî vê rewşê ji bo têkdan û tevliheviyê bikar bînin.

 
Fly Erbil Advertisment