Fuad Husên: Ez hêvîdar im ku êrîşkerên kêlgeha Kormorê bên aşkerekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvîneke televizyonî de li ser çend mijarên sereke yên wekî êrîşa li ser Kêlgeha Kormorê, pêkanîna hikûmeta nû û cezayên Amerîkayê zanyariyên giring parve kirin.
Lêkolîn li ser êrîşa Kormorê
Fuad Husên diyar kir, lîjneyek ji bo lêkolîna li ser êrîşa Kormorê hatiye pêkanîn û karê wê berdewam e û got: "Diyar e ku ev kar terorîstî ye û li gorî zanyariyên destpêkê êrîş ji navxwe hatiye kirin." Herwiha bang kir ku rapora derbarê êrîşên berê yên li ser kêlgehên neft û gaza Herêma Kurdistanê bê aşkerekirin, ji ber ku ev êrîş rasterast bandorê li jiyana welatiyan dikin.
Husên destnîşan kir, armanca van êrîşan têkbirina aramî û pêşveçûnê ye û got: "Ev êrîş ne tenê li dijî Herêma Kurdistanê, belkî li dijî welatiyên Mûsil, Kerkûk û hemû Iraqiyan e."
Peyama ji bo Namzedê Serokkomar
Derbarê posta Serokkomarê Iraqê de, Fuad Husên tekez kir ku ev post pişka Kurdan e û divê ew yekalî bikin. Herwiha got: "Heke aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser namzedekî li hev bikin, ew namzed dê bi hêz be. Heke li hev nekin, sînaryoya du namzedan dê dubare bibe û wê demê parlemento biryarê bide."
Cezayên Amerîkayê û Komên Çekdar
Li ser mijara cezayên Amerîkayê yên li dijî hinek komên çekdar û saziyan, Fuad Husên bi kurtî ev xal destnîşan kirin:
- Cezayên Amerîkayê bi bandor in û nabe bên paşguhkirin.
- Li gorî yasayên Amerîkayê, nabe danûstandin bi kes û aliyên ku di lîsteya cezayan de ne re bê kirin.
- Amerîkayê bi eşkere ragihandiye ku ew bi aliyên cezakirî re kar nakin û ev helwest li cem hemû aliyan zelal e.
- Divê hevsengiyek di navbera berjewendiyên welat û berjewendiyên hizbî de bê çêkirin.
"Divê çeka dewletê tenê di destê dewletê de be"
Wezîrê Derve bal kişand ser wê yekê ku divê çek tenê di destê dewletê de be û got: "Em nikarin bi du arasteyan biçin; arasteya dewletê û arasteya derveyî dewletê. Divê komên çekdar bibin beşek ji prosesa siyasî û bibin hizbên nav dewletê."
Husên li ser peywendiyên bi Îranê re jî got, divê peywendî li ser bingeha cîrantî û berjewendiyên hevbeş bin û wekî du dewletan danûstandinê bikin, ne wekî şoreş.
