Mesrûr Barzanî: Pêwîst e pêkanîna kabîneya nû li ser bingeha encamên hilbijartinê be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Berçile pêşwazî li Balyozê Kanadayê li Iraqê Christopher Baume kir.

Her du alî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî, bi taybetî di warên veberhênan û danûstandina bazirganî de, hevnêrîn bûn.

Di beşeke din a civînê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kertên cûrbicûr de hatin gotûbêjkirin. Derbarê hewldan û gotûbêjên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê de, Serokwezîr tekez kir ku niha heyam û mercên nû ji bo pêkanîna kabîneya nû hatine holê û divê li ser bingeha encamên hilbijartinê be.

Şermezarkirina êrîşa terorîstî ya li ser Kêlgeha Kormorê, rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran, herwiha guherînên dawî yên Sûriyeyê û proseya aştiyê li Tirkiyeyê, çend mijarên din ên gotûbêjên civînê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment