Kampanyayeka tenduristiyê bo çaksaziyên Herêma Kurdistanê hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Dihokê pişkinîna tenduristiyê ji bo cezakiriyên çaksaziyan hat ragihandin û dê heftiyekê berdewam be.
Rêveberê Giştî yê Çaksaziyên Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdirehman îro (Sêşem, 2ê Berçileya 2025ê) di konferanseka rojnamevanî de ragihand: “Em kampanyayeka pişkinîna tenduristiyê ji bo çaksaziyên Dihokê radigihînin û em hêvî dikin ku em xizmeteka baş ji çaksaziyan re bikin.”
Îhsan Ebdirehman herwesa got: “Ev kampanya dê bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê heftiyekê berdewam be, ku ji bilî pişkinîna tenduristiyê, dabînkirina alav û derman û pêdivîtiyên din ên tenduristiyê jî vedigire.”
Navbirî amaje jî da: “Li pêşiyê pêvajoya paqijkirin û dijebektiryayê ji bo çaksaziyan dê bê destpêkirin û di dû re jî pişkinîn dê ji bo tenduristiya cezakiriyan bên kirin. Kesên ku nexweş in û hewceyê çareseriyê ne jî dê ji hêla pizişkên taybet ve bên dîtin û pêdivîtiyên derman û cilikan dê jê re bên dabînkirin.”
Rêveberê Giştî yê Çaksaziyan herwesa pesna rola Rêxistina Norwêcî û Rêxistina PAWê kir, ji ber alîkariyên wan di dabînkirina pêdivîtiyan ji bo cezakiriyan de.
