Li Batmanê Seydayê Gurdilî di salvegera koça xwe ya pêncemîn de hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di pêncemîn salvegera koça dawî ya siyasetmedar, helbestvan û kedkarê doza azadiya Kurdistanê Mele Îmadedîn Yetîz (Seydayê Gurdilî) de, merasîmeke bibîranînê lidar xist.

Merasîm duh 2ê Berçile li gundê Kêrikê yê Batmanê, li ser gora Seydayê Gurdilî pêk hat. Rêvebir, endam û dostên PWKê ligel malbata Seyda di bibîranînê de amade bûn. Gora Seyda bi Ala Kurdistanê û gulan hat xemilandin û piştî deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê, dua hatin xwendin.

Serokê Şaxa Batmanê yê PWKê Ezîz Ozdemîr, di axaftina xwe de helbesteke Seydayê Gurdilî xwend û bal kişand ser kesayeta wî ya welatparêz. Ozdemîr got: "Mixabin pênc sal berê me şahidekî dîroka xwe û hestekî Kurdewarî winda kir. Ew bi cil û bergên xwe, bi şaşika xwe ya Kurdî û helbestên xwe, kedkarekî bêhempa yê neteweya xwe bû."

Ozdemîr diyar kir, Seydayê Gurdilî li herêma Xerzan, Çiyayî, Deşta Bişêriyê, Batman û Silîvanê roleke mezin di hişyarkirina neteweyî de lîstiye. Wî soz da ku heta Ala Kurdistanê li axa Kurdistanê bi azadî li ba bibe, ew ê şopgerên Seyda bin.

Di merasîmê de kurê Seyda, Şerefxan Yetîz jî axivî û behsa taybetmendiyên bavê xwe kir. Şerefxan got: "Armanca wî ew bû ku xizmeta miletê xwe bike û şopekê ji dîrokê re bihêle. Şaşika serê Seydayê Gurdilî taca zêrîn û sembola Pêşmergeyê qehreman bû."

Seydayê Gurdilî ku xwediyê du dîwanên helbestan ên bi navê "Banga Yekîtî Bo Azadî" û "Mizgîniya Azadiyê" bû, di sala 2020an de ji ber vîrusa Koronayê koça dawî kiribû. Di dawiya merasîmê de, pirtûka "Mizgîniya Azadiyê" li beşdaran hat belavkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment