Michael Rigas: Em bi hevpariya xwe ya kûr bi Herêma Kurdistanê re serbilind in

Michael Rigas
Michael Rigas

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) di merasîma vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê de got: "Gelek spas ji bo Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî."

Michael Rigas herwesa ragihand: "Ev konsulxaneya nû ji avahiyekî zêdetir e; ew nîşana nirx û têkiliyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ye." Amaje jî da ku, çêtirîn endezyarî û dîzayna Amerîkayî di vê avahiyê de hatine bikaranîn û dê ji bo berfirehkirina berjewendiyên hevpar bibe platformek.

Wî rayedarê Amerîkayê di pareka din a gotara de pesnê rola Herêma Kurdistanê da û got: "Hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz stûna sereke ya têkiliyên Amerîkayê bi Iraqê re ye.” Herwesa pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî "hevpareka ewlehiyê û dengekî pêbawer" li deverê da.

Herwesa got: "Em bi hevpariya xwe ya kûr bi Herêma Kurdistanê re serbilind in.”

Amerîkayê li ser rewşa ewlehiyê peyameka tund arasteyî komên çekdar kir û bang li hevparên xwe yên Iraqî û Kurdistanî kir ku bi hev re bixebitin, da ku rêyê li ber wan milîsên Îranî bigirin ên ku li nav Iraqê ne û deverê têk didin. Navbir êrîşên terorîstî yên li ser Zeviya Kormorê şermezar kirin û tekez kir ku, divê qanûn serwer be û ew tawanbar bên darizandin.

Aliyekê din ê wê gotarê girêdayî warê aboriyê bû; wî rayedarê Amerîkayî eşkere kir ku, rêveberiya Amerîkayê serpişkî daye bazirganiyê û şîrketên Amerîkayî teşwîq dike ku li Herêma Kurdistanê bixebitin. Herwesa piştgiriya xwe ji bo vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê anî ziman û wekî pêngavek girîng ji bo serxwebûna enerjiyê û berjewendiyên hemî aliyan wesif kir.

Nûnerê Amerîkayê li dawiyê jî pabendbûna welatê xwe ji bo parastina mafên kêmaniyên olî û etnîkî li Iraq û Sûriyeyê tekez kir û ragihand ku, tu dostekê ji Amerîkayê bihêztir ji bo pêkhateyan tune.

 
Fly Erbil Advertisment