Rêber Ehmed ji bo lêkolîna li ser êrîşa Kormorê gihîşt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 3ê Berçile gihîşt Bexdayê, da ku karûbarên komîteya lêkolînê ya derbarê êrîşa li ser Kîlgeha Gaza Kormorê temam bike.
Li gorî zanyariyan, biryar e Rêber Ehmed ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Navxwe Ebdulemîr Şemmerî û Serokê Dezgeha Îstixbaratê Hemîd Şetrî bicive. Armanca sereke ya van civînan, gihîştina bi encameke dawî ya derbarê lêkolînên li ser êrîşa terorîstî ya Kormorê ye.
Serokwezîrê Iraqê roja Înê komîteyeke lêkolînê bi serperiştiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemmerî pêk anîbû. Lîjneyê serdana Kormorê kiribû û biryar bû di nava 72 demjimêran de rapora xwe ya dawî pêşkêşî Sûdanî bike.
Hefteya borî êrîşeke mûşekî li ser Kêlgeha Gaza Kormorê hatibû kirin, ku bûbû sedema rawestandina berhemanîna gazê û qutbûna zêdetirî %80 ji elektrîka Herêma Kurdistanê û beşek ji parêzgehên Iraqê.
