Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Berçile li Hewlêrê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas civiya.
Michael Rigas, piştî serdana xwe ya duh bo Bexdayê, îro serê sibê gihîşt Hewlêrê. Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê di çarçoveya serdana xwe de rêzehevdîtinan ligel berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk tîne.
Hat ragihandin ku armanca serekî ya serdana Michael Rigas bo Herêma Kurdistanê, vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêra paytext e.
Ev konsulxane wekî "mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li ser asta cîhanê" tê naskirin û vekirina wê wekî nîşana giringiya peywendiyên Amerîka û Kurdistanê tê nirxandin.
