Nêçîrvan Barzanî: Amerîka hertim li kêleka gelê Kurdistanê rawestiyaye

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê de got: “Hebûna vê navenda dîplomatîk li vê derê peyameka siyasî ya zelal e li ser Hewlêrê û Herêma Kurdistanê û wê hevkariya kûr a ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re heye nîşan dide.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got: "Peywendiya Herêma Kurdistanê û Amerîkayê li ser bingeha wê hevpariya hevpar a di navbera me de di dema sê dehsalên borî de ye. Amerîka di demên herî dijwar de li kêleka gelê Kurdistanê rawestiyaye.”

Nêçîrvan Barzanî amaje jî da: “Em li sala 2003ê bi hev re bûn. Li sala 2014ê jî bi hev re, li kêleka hêzên Pêşmerge, hêzên Amerîkayê, Hêzên Hevpeyman û hêzên Iraqê, me li dijî terorîstên DAIŞê şer kir û me efsaneya DAIŞê pûç kir.

Herwesa ragihand: "Pabendbûna Amerîkayê bi aştî û aramiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê baweriya bi vê pêşketin û pêkvejiyanê nîşan dide ku me wekî mînakeka serketî pêşkêş kiriye."

Tekez jî kir: "Em ne tenê hevkariya di navbera hikûmetan de dixwazin, belkî em dixwazin têkiliyên di navbera civak û şîrketên xwe û Amerîkayê de jî pêşve bibin. Em dixwazin ciwanên me bi ciwanên Amerîkayê re têkiliyan çê bikin.”

Herwesa got: "Em dixwazin Herêma Kurdistanê bibe hevpara aramî, aştî û pêşketina deverê, ne ku qada pevçûnê, û em dê bizavên xwe ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên xwe yên bi Bexdayê re li gorî destûrê bidomînin."

Serokê Herêma Kurdistanê li dawiyê jî got: “Em spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê dikin, ji ber piştgirî û alîkariyên wan ên berdewam ji bo Herêma Kurdistanê. Em bi tevahî piştgiriyê didin bizavên Serok Donald Trump ji bo sepandina aştî û aramiyê li deverê.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment