Hevseroka Dem Partiyê: Sîstema nenavendî bo rewşa Sûriyeyê yekane çareserî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Dem Partiyê di daxuyaniyekê de bi helkefta salvegera yekê ya hilweşîna rejîma Esed ragihand ku, sîstema nenavendî ji bo rewşa Sûriyeyê yekane çareserî ye.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari bi helkefta salvegera yekê ya guhertina rejîma desthilatdariyê li Sûriyeyê û hilweşîna Beşar Esed daxuyaniyek da.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) di daxuyaniya xwe de ragihand: “Saleka temam di ser guhertina rejîma Sûriyeyê re derbas bû lê rewşa Sûriyeyê hêşta baş nebûye.”
Tulay Hatimogullari amaje jî da: “Ew komkujiyên li Suweydayê bi serê Durziyan û li deverên peravê bi serê Elewiyan hatine karesatên mezin ên mirovî ne û ew gef heta îro jî berdewam e.”
Navbirî herwesa got: "Li Sûriyeyê gelek binpêkirin li dijî pêkhateyan tên kirin, ji ber vê yekê jî sîstema nenavendî çareseriyeka nimûneyî ye ji bo van pirsgirêkan, ji bo azadiya hemî pêkhateyên Sûriyeyê li ser asta siyasî û qanûnî."