Sîdad Barzanî: PDK pabendî bingehên hevsengî û hevparî û hevdengiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şertên PDKê ji bo tevlîbûna di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de eşkere kirin.
Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sîdad Barzanî îro (Çarşem, 10.2025) taybet ji Kurdistan24ê re got: “Şertê PDKê ji bo tevlîbûna di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de bicîhanîna destûrê û pabendbûna bi bingehên hevsengî û hevparî û hevdengiyê ye.
Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) eşkere jî kir: “Ji bo vê meremê, hejmareka komîteyan tê çêkirin û bi aliyan re nîqaş tên kirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Çarşemê (19ê Mijdara 2025ê) di hevdîtineka taybet de di çarçoveya gera şeşê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS25) de li Zanîngeha Amerîkayî-Dihokê ragihandibû: "Şertê me ji bo tevlîbûna di hikûmeta Iraqê ya bê de bicîhanîna destûr û sozan e.”
Mesrûr Barzanî herwesa gotibû: "Her aliyekê ku dixwaze bi me re hevpeymaniyekê çê bike û bixwaze ku em tevlî hikûmetê bibin, divê destûrê bi cîh bîne."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî dabû: "Em dixwazin her kesê li Iraqê ku destûrê bi cîh neyîne berpirsiyar bê dîtin û bê cezakirin."