Sirwe Resûl: Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî alîkariya lêqewimiyan tê kirin

Sirwe Resûl
Sirwe Resûl

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku: “Li gorî qanûna budceyê, qerebûkirina lêqewimiyan berpirsyariya hikûmeta federal e.”

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl îro (Çarşem, 10.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hemî tîm û aliyên peywendîdar ên hikûmetê erkdar kirine ku, her tiştekê pêdivî ji bo zirardîtî û lêqewmiyan bê kirin.

Sirwe Resûl eşkere jî kir: “Herwesa wan kelûpelên pêdivî ji bo alîkariya lêqewmiyan kom kirine û bi rêya embarên xwe  û dezgehên xêrxwaziyê ji bo lêqewimiyan dabîn kirine.”

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Krîzan amaje jî da: “Li gorî qanûna budceyê, qerebûkirina lêqewimiyan berpirsyariya hikûmeta federal e.”