DEM Partî, CHP û EMEP raporên xwe yên 'proseya aştiyê' pêşkêş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên opozîsyonê yên li Tirkiyeyê (DEM Partî, CHP û EMEP) raporên xwe yên derbarê çareseriya pirsa Kurd û proseya aştiyê de pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kirin. Di raporan de daxwazên wekî perwerdeya bi zimanê Kurdî, rakirina qeyûman û lêborîna giştî derdikevin pêş.
Partiyên ku di "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" de cih digirin, raporên xwe yên dawî radestî Sekreteriya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê kirin.
Şanda DEM Partiyê bi serokatiya Serokwekîla Komê û Koordînatora Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît û bi amadebûna parlamenter Meral Daniş Beştaş, Cengîz Çîçek, Celal Firat û Saruhan Oluç, rapora partiya xwe pêşkêş kir. Di rapora DEM Partiyê de pêşniyarên şênber û gavên ku divê ji bo çareseriya pirsa Kurd bên avêtin, cih digirin.
Daxwazên EMEPê
Partiya Kedê (EMEP) jî rapora xwe radest kir û tê de çend daxwazên bingehîn rêz kirin. Xalên sereke yên rapora EMEPê ev in:
- Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn.
- Rakirina sîstema qeyûman li şaredariyan.
- Perwerdeya bi zimanê Kurdî.
- Lêborîna Giştî ya Siyasî.
- Guhertin an rakirina Yasaya Dijî Terorê ji bo vegera endamên PKKê.
CHP giranî daye demokratîkbûnê
Li gorî zanyariyan, rapora Partiya Gel a Komarî (CHP) ji 50 rûpelan pêk tê. CHP di rapora xwe de, li şûna ku rasterast tenê li ser pirsa Kurd hûr bibe, zêdetir giranî daye pirsa giştî ya demokratîkbûna Tirkiyeyê û operasyonên siyasî yên li dijî partiya xwe.
Rapora herî dirêj a MHPê ye
Di nava raporên hatine pêşkêşkirin de, bal hate kişandin ser ciyawaziya hejmara rûpelan. Rapora MHPê 116 rûpel e, rapora AK Partiyê û CHPê jî her yek ji wan 50 rûpel in.