Sûkeka navdar a Rûsyayê şewitî
Navenda Nûçeyan (K24) - Agirekê mezin berbû sûka navdar a Pravoberezhnyê ya bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê û di encamê de ew sûk bi temamî şewitî û wêran bû.
Wezareta Hawarhatinê ya Rûsyayê îro (Pêncşem, 11.12.2025) di daxuyaniyekê de got: "Duhî êvarê (Çarşem, 10.12.2025) agir berbû sûka navdar a Pravoberezhnyê ya bajarê St. Petersburgê.
Wezareta Hawarhatinê ya Rûsyayê eşkere jî kir: “Ji bilî şewitîn û wêranbûna tevahiya wê sûkê, kesek miriye û kesekê din jî bi giranî birîndar bûye.”
Li gorî daxuyaniya wezareta navbirî, ev demek e ku pergala haydarkirinê ya wê sûkê rawestiyaye, herwesa termê mêrekî jî di bin kavilên wê sûkê ve hatiye dîtin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, "Ji bilî tîmên agirvemirandinê, ezmûngeheka kîmyayî û tîşkên bizirar a gerok jî pişkinînan ji bo sedema belavbûna madeyên bizirar li derdora wê sûkê dike."
Şahidan jî got: “Ew şewat saet 5:00 ê êvarê çê bû û di demeka gelek kurt de seranserê wê sûkê vegirt.”
Komîteya Vekolanê ya Polîsan pişkdarên wê sûkê bi paşguhkirina şert û mercên silametiyê yên wê sûkê tawanbar dike.
A man died in the fire at a market in St. Petersburg. The building was almost completely destroyed, and the fire alarm did not go off
— NEXTA (@nexta_tv) December 10, 2025
The body of the deceased man was found under the debris at the burning Pravoberezhny market in St. Petersburg. Another man was taken to the… pic.twitter.com/rwD9nWA3yV