Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê dest bi geştên xwe kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Iraqê ragihand ku, Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê piştî 12 saetan ji rawestandina geştan ji ber seqayê xirab, dîsa dest bi geştên xwe kir.
Ajansa Iraqiyeyê ya Nûçeyan ji zarê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Iraqê îro (Pêncşem, 11.12.2025) piştî nîvro ragihand ku, asmanê Iraqê ji bo geştên balafirxaneyên Bexda û Necefê hatiye vekirin.
Ev jî di demekê de ye ku, Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Iraqê ragihand ku, rawestandina demkî ya geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê ji ber seqayê xirab ragihandibû.
Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Iraqê amaje jî dabû ku, tevî baştirbûna seqayî û normalbûna rewşê, jivanê destpêkirina geştan û vekirina balafirxaneyê tê ragihandin.