Ehmed Kanî: Li van nêzîkan Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ehmed Kanî eşkere kir ku, qonaxa niha pêdivî dike ku Wezareta Navxwe ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) be û danûstandin ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî hatine destpêkirin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî îro (Pêncşem, 11.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Danûstandin dê zêde nedomin û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bên avakirin.”
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê eşkere jî kir ku, qonaxa niha ya Herêma Kurdistanê jî pêdivî dike ku, posta Wezîrê Navxwe ji bo PDKê be.”
Ehmed Kanî li ser avakirina hikûmeta Iraqê jî amaje da ku, danûstandin hatine destpêkirin û posta Serokkomar jî ji bo Kurdan e, lê hîn nehatiye diyarkirin ka dê ji kê re be.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê tekez jî kir ku, divê Kurd li Bexdayê hevgirtî bin û bi hev re bixebitin.