Wezîrê Derve yê Çînê serdana Rojhilata Navîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Çînê ragihand, Wezîrê Derve Wang Yi dê dest bi geştekê bo Rojhilata Navîn bike û serdana Îmarat, Erebistana Siûdî û Urdinê bike.

Wezareta Derve ya Çînê îro 11ê Berçile bi daxuyaniyekê eşkere kir, Wang Yi dê di navbera rojên 12 û 16ê Berçileyê de, geşta xwe ya ji bo herêmê pêk bîne.

Li gorî daxuyaniyê, armanca vê serdanê ew e ku Wezîrê Derve ligel hevtayên xwe bicive û "li ser peywendiyên dualî, rewşa Rojhilata Navîn û mijarên hevbeş ên ku cihê giringiyê ne, danûstandinan bike."

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Gu Jiakun derbarê serdanê de got: "Çîn bi rêya vê serdanê, dixwaze baweriya siyasî ya hevbeş ligel wan sê welatan bihêztir bike."

Di salên dawî de, Pekînê hewldanên xwe yên ji bo bihêzkirina peywendiyên bazirganî û dîplomasî ligel Rojhilata Navîn zêde kirine. Ev pêngavên Çînê wekî hewldanek ji bo hevsengkirina hegemonyaya Amerîkayê ya li navçeyê tê şîrovekirin.

Pekîn hewl dide xwe wekî navbeynkarekî serekî li Rojhilata Navîn nîşan bide. Beriya niha di sala 2023an de rola navbeynkariyê di asayîkirina peywendiyên Siûdiye û Îranê de lîstibû. Herwiha di pirsa Îsraîl û Filistînê de jî helwesteke bêalîtir li gorî Amerîkayê nîşan dide.

Rojhilata Navîn, wekî xaleke stratejîk a projeya 'Kember û Rê' (Rêya Îpekê ya Nû) tê dîtin. Ev însiyatîfa ku Pekînê di sala 2013an de ragihandibû, projeyeke mezin a jêrxanê ye û armanc dike ku pirekê di navbera aboriya Çînê û bazarên cîhanê de ava bike.