Serok Barzanî pêşwaziya Îsmaîl Ezawî kir

Serok Barzanî û Îsmaîl Ezawî
Serok Barzanî û Îsmaîl Ezawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Serokê Partiya Bizava Dadî û Başiyê ya Iraqê rewşa siyasî ya Iraqê û têkiliyên di navbera aliyên siyasî de nîqaş kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 11.12.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Partiya Bizava Dadî û Başiyê ya Iraqê Îsmaîl Ezawî û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî parve kiriye ku, di wê hevdîtinê de bal kişand ser rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên di navbera aliyên siyasî û pêngavên piştî hilbijartinên Parlementoya Iraqê.