Fransa û Herêma Kurdistanê pêkve rûbirûyî belgenameyên sexte û qaçaxçîtiyê dibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Fransayê û Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengiyên xwe ji bo rûbirûbûna tawanên rêxistî zêde kirin û di wê çarçoveyê de jî şarezayên Fransayê rahênanan bi tîmên Herêma Kurdistanê dikin. Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê jî ragihand: "Em dê hemî bizavan bikin ku rêyê nedin welatiyên Kurd bibin qurbaniyên bandan û tûşî trajediyê bibin.”
Korseka taybet ji bo nasîna belgenyên sexte bi çavdêriya Fransayê ji bo efserên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hat vekirin. Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî li ser vê mijarê di kongreyeka rojnamevanî ya hevpar de bi Konsulê Fransayê li Hewlêrê Jan Brem re got ku, hejmareka qaçaxçî û bazirganên mirovan xelkî dixapînin û bi navê veguhestina wan ji bo welatên din û dabînkirina jiyaneka çêtir ji wan re belgeyên sexte ji wan re çê dikin. Herwesa got: "Ev kes bizavê dikin ku welatiyan bixapînin, pereyan ji wan werdigirin û wan tûşî gelek tawanên cuda cuda yên rêxistî dikin."
Hêmin Mîranî ji ber alîkariyên Fransayê spasiya Balyozxaneya Fransayê li Bexdayê û Konsulxaneya Fransayê li Hewlêrê kir û ragihand: “Di çarçoveya alîkariyên wan de, wan şarezayên xwe anîne Herêma Kurdistanê da ku li ser çawaniya eşkerekirina belgeyên sexte rahênanan bi tîmên Wezareta Navxwe bikin.”
Navbirî herwesa têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de jî bilind nirxandin û got: “Fransayîyan di dîrokê de îspat kiriye ku, ew hevalên rojên tengasiyan û dostên rastîn ên Kurdistaniyan in. Em spasiya wan dikin ku bi me re mane û tevlî pêşkeftina Kurdistanê bûne.”
Konsulê Fransayê li Hewlêrê herwesa ragihand: “Fransa her tim amade ye ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike, herwekî ku di dîrokê de îspat kiriye û bi taybetî jî di şerê li dijî DAIŞê de, û îro jî di rûbirûbûna tawanên rêxistî de alîkariya Herêma Kurdistanê dike.”
Konsulê Fransayê tekez jî kir ku, welatê wî her tim dê piştgirî û alîkariya Herêma Kurdistanê bike, da ku bi hev re rûbirûyî bandên qaçaxçîtiya bi mirovan bibin.
Herwesa got: “Em dê ji bo baştirkirina aliyê ewlehiyê ji bo rûbirûbûna bandên qaçaxçîtiyê hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re bikin, herwesa em dê hemî bizavan bikin da ku rêyê nedin ku welatiyên Kurd bibin qurbaniyên wan bandan û encamên trajedî jê peyda bibin.”