Ji bo cara yekem li Şamê konferansa 'Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan' hat lidarxistin
Şam (K24) – Li paytexta Sûriyeyê Şamê, bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan konferanseke berfireh hat lidarxistin. Ev yekem car e ku bûyereke bi vî rengî li Sûriyeyê tê kirin û wekî pêngaveke nû ji bo vekirina rûpeleke nû di warê mafên mirovan de tê pênasekirin.
Di konferansê de hejmarek mezin ji nûnerên aliyên navxweyî, şandên biyanî, berpirsên hikûmetê û çalakvanên mafên mirovan beşdar bûn. Beşdaran tekezî li ser wê yekê kirin ku divê ev pêngav bibe destpêka qonaxeke nû ji bo paşeroja welatiyên Sûriyeyê.
Endamê Desteya Dadperwerî ya Veguhêz Ridîf Mistefa ji Kurdistan24ê re ragihand, ev roj ji bo çalakvanên mafên mirovan ên ku rastî tengasiyan hatine, xwedî wateyeke mezin e.
Ridîf Mistefa got: "Ev nîşaneyeke girîng e ku Sûriye girîngiyeke taybet dide dosyeya mafên mirovan. Bi baweriya min dema mafên mirovan li Sûriyeyê bên cîbicîkirin û ev bibe bingehek, dê gelek pirsgirêkên Sûriyeyê, çi yên Kurdan bin û çi yên pêkhateyên din, bên çareserkirin."
Beşeke girîng a konferansê terxankirî bû ji bo nûnerên malbatên qurbaniyan û windabûyan. Endamê Komeleya Tezmînata Qurbaniyan Ebas Mûsa daxwaz kir ku ev konferans tenê di çarçoveya gotinan de nemîne.
Mûsa got: "Daxwaza me ew e ku ev dirûşim bên piştrastkirin. Hêviya me ew e ku îro dirûşim bin, lê sibê em encamên wê li ser erdê bibînin."
Endamê Civata Şêwirmendiya Komeleya Serperiştiya Malbatî Yasir Osmanî jî amaje bi wê yekê kir ku cara yekem e bûyereke wiha li Şamê tê lidarxistin û got: "Em hêvîdar in ku çarenivîsa windabûyan û girtiyan diyar bibe û ew vegerin nav malbatên xwe."
Lidarxistina vê konferansê, niyeteke nû ya hikûmeta Sûriyeyê nîşan dide ji bo bihêzkirina hevkariya ligel rêxistinên navdewletî û çareserkirina dosyeya mafên mirovan, ku di salên borî de ev mijar ne di rojevê de bû. Armanca sereke avakirina civakeke ewle û dadperwer ji bo hemû xelkê Sûriyeyê ye.