Tom Barrack: Sûriye naxwaze li dijî Îsraîlê şer bike

Tom Barrack
Tom Barrack

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê ragihand ku, Amerîka û Sûriyeyê bi hev re û bi alîkariya hewalgiriya Tirkiyeyê di çend hefteyên borî de neh şaneyên Hizbulahê û gelek aliyên girêdayî DAIŞê pûç kirine.

Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack îro (Pêncşem, 11.12.2025) ragihand ku, Sûriyeyê niyeta şerê li dijî Îsraîlê nîne û tenê li ser şerê li dijî DAIŞê, çekdarên biyanî û komên nêzîkî Îranê disekine.

Tom Barrack eşkere jî kir ku, Amerîka û Sûriyeyê bi hev re û bi alîkariya hewalgiriya Tirkiyeyê di çend hefteyên borî de neh şaneyên Hizbulahê û gelek aliyên girêdayî DAIŞê pûç kirine.

Navbirî ron jî kir: "Di danûstandinên Sûriye û Îsraîlê de pêşketin heye, lê bi baldarî tê meşandin. Sûriye niha ji bo Îsraîlê cihê herî ewle ye di warê ewlehiyê de û mîna Libnanê komên mîna Hizbulahê lê nînin."

Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê tekez jî kir: "Wekî lihevkirina xwe ya bi Misirê re ji bo nehêlana çekan li biyabana Sînayê, Îsraîl dixwaze lihevkirinekê ji bo deverên sînorî bi Sûriyeyê re jî bike, û ji bilî vê yekê Sûriyeyê tu rêyên din nînin. Ji bo Îsraîlê jî wesa ye, heke naxwaze li ser hemî sînorên wê şer berdewam be.”