Erdogan: Em dixwazin şer û aloziyan bo heta hetayê çareser bikin

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê di dema tevlîbûna xwe ya di gera 29ê ya Civîna Giştî ya Normal ya Konfederasyona Sendîkayên Xwedankarên Tirkiyeyê de ragihand: “Em dixwazin şer û aloziyan ji bo heta hetayê çareser bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 11.12.2025) ragihand: “Em dixwazin şer û aloziyan ji bo heta hetayê çareser bikin ji ber ku gelek zirarên aborî gihîştine Tirkiyeyê, ku ji 2 tirilyon dolaran zêdetir tên texmînkirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje jî da: “Tenê bi bawerî-bi-xwe-bûn û wêrekiyê em dikarin bigihîjin Tirkiyeya aştiyane û bêşer, herwesa tenê bi vî rengî em dikarin wan kesan bê hêvî bikin ên ku hêvî dikin pêvajoya aştiyê têk biçe.”

Erdogan tekez jî kir ku, hemî bi hev re dikarin ji bo biserxistina wê pêvajoyê bixebitin û got: “Komîsyona Aştiyê hêviya gelê me xurt kir.”