Kurdistan û Brîtanyayê hevahengiya xwe bo berhingarbûna koça neqanûnî xurt kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewleta Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi rêya telefonê behsa êrîşa dawiyê ya komên çekdar li ser Zeviya Gazê ya Kormorê kir, herwesa tekez li ser hevahengiya navbera xwe ji bo berhingarbûna koça neqanûnî û tawanên rêxistî jî kir.

Parlamenter û Wezîrê Dewleta Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Hamish Faulkner îro (Pêncşem, 11.12.2025) bi rêya telefonê peywendî bi Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed kir.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, di wê peywendiya telefonî de mijarên girîng û hesas ên Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin, bi taybetî jî tekez li ser avakirina kabîneyên nû yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal hat kirin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewleta Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di wê peywendiyê de herwesa behsa êrîşa dawiyê ya komên çekdar li ser Zeviya Gazê ya Kormorê jî kir.

Li gorî wê ragihandinê, her di wê peywendiya telefonî de têkiliyên dualî, hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Brîtanyayê de ji bo berhingarbûna koça neqanûnî û tawanên rêxistî jî hatin nîqaşkirin.