Encûmena Siyasî ya Neteweyî bo diyarkirina berbijarê Suneyan bo Serokê Parlementoya Iraqê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Hevpeymaniya Ezimê ragihand ku Encûmena Siyasî ya Neteweyî, ku nûnerîtiya aliyên Sune dike, dê îro civînekê li dar bixe da ku berbijarekî ji bo serokê Parlamentoya Iraqê destnîşan bike.

Endamê Hevpeymaniya Ezimê Selah Merawî îro (Yekşem, 14.12.2025) ji rojnamevanan re ragihand: "Civînek dê li bingeha Hevpeymaniya Ezimê bê lidarxistin, da ku biryar li ser hilbijartina yek an du berbijaran ji bo posta Serokê Parlamentoyê bê dayîn."

Selah Merawî herwesa got: "Niha ne mimkin e ku şansê berbijaran bê nîqaşkirin ji ber ku nîqaş hîn jî berdewam in û li ser navan tu lihevkirinek nehatiye kirin."

Endamê Hevpeymaniya Siyadeyê Selah Kubeysî jî ragihand: "Pênc aliyên di nav Encûmena Siyasî ya Neteweyî de hîn jî di pêvajoya hevfêmkirinê de ne, ji bo hilbijartina berbijarekî ji bo Serokê Parlamentoyê yê bê."

Selah Kubeysî eşkere jî kir: "Piraniya aliyan berbijarên xwe hene. Divê ew bigihîjin qonaxeka yekdengî û hevfêmkirinê, da ku yek an du berbijaran ji bo posta Serokê Parlamentoyê pêşkêş bikin."

Navbirî red jî kir ku, "tu duberekiyek di navbera wan aliyan de li ser diyarkirina posta Serokê Parlementoyê yê bê hebe, belkî zêdetir hevfêmkirin û hevparî di navbera wan de mezintir e." Tekez jî kir ku, qonaxa duberekî, navzirandina medyayî û gotinên dijminane di navbera aliyên siyasî yên Suneyan de bi dawî bûye.