Kemal Kerkûkî: Tu aliyek tenê xwediyên posta Serokkomarê Iraqê nîne

Kemal Kerkûkî
Kemal Kerkûkî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got ku, posta Serokkomarê Iraqê milkê gelê Kurdistanê ye û tu aliyekê siyasî bi tena serê xwe xwediyê wê postê nîne.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî duhî (Şemî, 13.12.2025) ji medyayê re ragihand ku, posta Serokkomarê Iraqê milkê gelê Kurdistanê ye û tu part û aliyek bi tena serê xwe xwediyê wê postê nîne.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herwesa got: "Gelê Kurdistanê di hilbijartinan de biryara xwe daye û divê ew aliyê ku herî zêde deng bi dest xistine serpişk be ka wê postê bi kê dide."

Meseleya biryardana li ser posta Serokkomarê Iraqê yek ji mijarên herî tevlihev ên qada siyasî ya Iraqê ye, ku bi rengekê edetî (urfa siyasî) pişka Kurdan e.

Niha her livîneka ji bo vê postê bê kirin bi wan lihevkirinên siyasî yên nû re girêdayî ye yên ku di navbera aliyan de tên kirin, pir caran meseleya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi van nîqaşan re tê tevlihevkirin û dibin parek ji "sebeta lihevkirinê".