Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îranê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir û pê re hin mijarên girîng ên girêdayî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê nîqaş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 14.12.2025) pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Mihemed Kazim Al Sadiq kir.
Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî jî tê de amade bûbû, behsa pêşxistina têkiliyên dualî, rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlementoyê û nîqaşên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de ji bo avakirina kabîneya nû hat kirin.
Di pareka din a wê hevdîtinan de, tekez li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de, xasma jî di warên aborî, bazirganî û çandî de, hat kirin.