Dadgeha Federal encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê pejirandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro (Yekşem, 14.12.2025) encamên gera şeşê ya hilbijartinên Parlementoya Iraqê pejirandin.
Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan li roja 7ê vê mehê encamên tevaya giliyên ku li dijî encamên dawiyê yên hilbijartinên Parlementoya Iraqê hatine tomarkirina yekalî kirin û ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan re şandin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li roja 8ê vê mehê jî encamên dawiyê yên hilbijartinên Parlementoya Iraqê bi merema pejirandina ji bo Dadgeha Bilind a Federal şandin.
Li gorî madeya 54ê ya destûra Iraqê, piştî pejirandina encamên dawiyê yên hilbijartinên parlementoyê ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal ve, Serokkomar dê di 15 rojan de mersûma komarî ji bo civîna yekê ya gera nû ya parlementoyê derbixe û tê de Serokê Parlementoyê dê bê hilbijartin.
Piştî hingê bi sê rojan jî, Serokkomarê nû dê di nav parlementoyê de bê hilbijartin, û ew jî dê berbijarê Serokê Wezîran ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar bike.
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.