Şîfa Barzanî ji bo ciwanên diyasporayê: Divê çekê we pênûs û zanista we be

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya merasîmên Roja Ala Kurdistanê de li Almanyayê, Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, Şîfa Barzanî peyamek arasteyî ciwanên Kurd ên li derveyî welat (diyaspora) kir. Şîfa Barzanî tekez kir, xebata neteweyî ya vê serdemê ne tenê di çeperên şer de ye, lê belê tevliheviyek ji ruhê Pêşmergetiyê û bidestxistina zanistê ye.

Di çalakiya ku ji aliyê Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî ve hatibû organîzekirin de, Şîfa Barzanî di gotara xwe de nexşerêya xebata revenda Kurdî xiste rojevê û daxwaz ji ciwanan kir ku li welatên lê dijîn bibin welatiyên mînak û pêşeng.

Şîfa Barzanî bal kişand ser cewhera çanda Kurdî û diyar kir, Kurd her tim aştîxwaz bûne û destdirêjî li ser cîranên xwe nekirine. Herwiha got: "Lê belê di heman demê de Kurdan li hember dagirkerî û destdirêjiyê qet çok danenîne û bi mêranî, dûr ji her cureyên terorê û kiryarên namerdî, berevanî li axa xwe kirine."

Hişyarî li ser tundrewî û maddeyên hişber

Derbarê erkên ciwanan li Ewropayê, Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî hişyarî da ciwanan ku ji bîrdoziyên tundrew û bikaranîna maddeyên hişber dûr bisekinin. Destnîşan kir jî, reftarên wiha bi exlaqê bilind ê civaka Kurdewarî re naguncin.

Li şûna vê yekê, Şîfa Barzanî bang li ciwanên Kurd, bi taybetî yên li Almanyayê kir ku "Şerê xwe bi rêya xwendin û pêşketina zanistî bikin" û bi awayekî çalak beşdarî di proseyên siyasî, civakî, werzişî û hunerî yên wan welatan de bikin.

Di beşeke balkêş a axaftina xwe de, Şîfa Barzanî serpêhatiya xwe wekî mînak parve kir û got, dema ew 17 salî û Pêşmerge bûye, vîzeya xwendinê ya Almanyayê jê re derketiye. Wî xwestiye ku neçe û li çeperê şer bimîne, lê Serok Mesûd Barzanî şîret lê kiriye û gotiye:
"Derfeta hilgirtina çek her tim heye, lê derfeta geşepêdana hiş û xwendinê her tim bi dest nakeve, lewma divê tu riya zanistê hilbijêrî."

Projeyeke nû ji bo ciwanên diyasporayê

Di dawiya axaftina xwe de, Şîfa Barzanî mizgîniya bernameyek nû da. Li gorî planê, salê du caran ciwanên li derveyî welat wê werin vexwendin bo Kurdistanê, da ku pêwendiya wan a ruhî û nîştimanî zindî bimîne.

Şîfa Barzanî her wiha tekezî li ser parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê wekî destkefteke neteweyî kir û piştevaniya xwe ji bo xebata aştîyane ya parçeyên din ên Kurdistanê nîşan da.

Ev serdan û hewldanên Baregeha Barzanî û Federasyona Ciwanan, bi armanca rêxistinkirina mala Kurdî li Ewropayê û avakirina lobiyeke bihêz tê meşandin, da ku sûd ji şiyanên dîplomasî û zanistî yên nifşê nû were wergirtin.