Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyoz, konsul, dîplomatên welatan û nûnerên ajansên NY kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi balyoz û nûnerên welatan û ajansên Neteweyên Yekgirtî re civiya û behsa rewşa dawî ya herêmê, lehiyên vê dawiyê û proseya pêkanîna kabîneya nû kir.

S erokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Berçileyê danê êvarê pêşwazî li balyoz, konsulên giştî, nûnerên dîplomatîk ên welatan û nûnerên ajansên Neteweyên Yekgirtî (NY) yên li Herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka axaftina xwe de, Serokê Hikûmetê tevî pîrozbahiya cejnên jidayikbûnê û sersalê, hêvî xwast ku sala nû bibe sala xweşî, şadî, aştî û aramiyê ji bo Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku sala 2025an bûye sala serkeftina çaksaziyên Hikûmeta Herêmê û bidestxistina gelek destkeftiyan. Lê belê, bi mixabinî ve di van rojên dawî de karesata xwezayî ya lehiyê li çend deverên Kurdistanê, bi taybetî li Çemçemalê rû daye û bandoreke neyînî li ser welatiyan kiriye.

Di beşeke din a civînê de, Serokê Hikûmetê bal kişand ser dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha behsa hewldan û gotûbêjên heyî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.