Hêmin Mîranî: Bernameyeka reformê ya tevgir bo polîsan di kabîneya dehê de tê biciahanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, wan di dawiya kabîneya nehê de bernameyeka girîng ji bo kabîneya dehê amade kiriye da ku reforman di hemî sektorên polîsan de berdewam bikin.
Serokê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî îro (Duşem, 15.12.2025) di konfranseka rojnamevanî de bal kişand ser pêngavên reformê di sektorên cuda cuda yên polîsan de li Herêma Kurdistanê.
Hêmin Mîranî ragihadn: "Wekî pareka pakêta reformê ya hikûmetê bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di kabîneya nehê de reform û sermayedariyên mezin di warê polîsan de hatine kirin û encamên baş jî bi dest xistine, xasma jî di sektora polîsên trafîkê de."
Navbirî amaje jî da ku, wan di dawiya kabîneya nehê de bernameyeka girîng ji bo kabîneya dehê amade kiriye, da ku reforman di hemî warên polîsan de, ku ji trafîk, bergiriya şaristanî, regezname, karta neteweyî û zanyarî.. hwd pêk tên, berdewam bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî duhî (Yekşem, 14.12.2025) di merasîmekê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand ku, sala 2025ê sala serkeftina reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bidestxistina gelek destkeftiyan bû.