Çarçoveya Hevahengiyê dicive; “yekdengî li ser Sûdanî nîne”

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Çarçoveya Hevahengiyê ji bo yekalîkirina berbijarê Serokwezîrê Iraqê yê bê dicive.

Biryar e ku Çarçoveya Hevahengiya aliyên Şîe îro (Duşem, 15.12.2025) ji bo yekalîkirina berbijarê Serokwezîrê Iraqê yê bê bicive.

Li gorî çavkaniyeka di nav Çarçoveya Hevahengiyê de, ew civîn dê li ser destnîşankirina berbijarekê hevpar nîqaş bike. Ger li ser yek navî lihevkirina dawiyê çê nebe, hingê navên sê berbijaran dê ji endaman re bên pêşkêşkirin û dê bi rêya dengdanê yek ji wan bê hilbijartin.

Di nav berbijaran de, Serokwezîrê Iraqê yê niha Mihemed Şiya Sûdanî wekî berbijarê sereke tê hesibandin û ji hêla Hevpeymaniya Avedankirin û Pêxistinê ve bi rengekê fermî hatiye destnîşankirin. Tevî wê yekê jî, wî hîn yekdengiya temam a aliyên di nav çarçoveya xwe de bi dest nexistiye.

Pirsa destnîşankirina Serokwezîrê Iraqê yê nû ev demek e ku bûye mijara sereke ya Çarçoveya Hevahengiyê. Di civînên berê de, wê çarçoveyê taybetmendî û pîverên xwe ji bo berbijarê wê postê destnîşan kirine; tekez li ser serhelî, destpakî û şiyana birêvebirina dewletê kiriye.

Di nav Çarçoveya Hevahengiyê de komîteyek taybetî ji bo nirxandina berbijaran hatiye avakirin. Li gorî zanyaran, lîsteka navên berbijaran hatiye amadekirin û hejmara wan di navbera çar heta neh berbijaran de ye.

Serkirdeyekê Çarçoveya Hevahengiyê ragihandiye ku, hêzên siyasî dixwazin berî bidawîbûna dema destûrî, berbijarê Serokwezîrê Iraqê yekalî bikin û dibe ku navek di civîna îro de bi rengekê fermî bê ragihandin.

Li gorî madeya 54ê ya destûra Iraqê, piştî pejirandina encamên dawiyê yên hilbijartinên parlementoyê ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal ve, Serokkomar dê di 15 rojan de mersûma komarî ji bo civîna yekê ya gera nû ya parlementoyê derbixe û tê de Serokê Parlementoyê dê bê hilbijartin.

Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.