Bi raspardeya Mesrûr Barzanî, 55 hezar kitêbên nû li ser xwendekarên Çemçemalê tên belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 55 hezar kitêbên nû ji bo dibistanên Çemçemalê dabîn dike.
Birêveberê Pişka Rojhilatê ya Parêzgeha Silêmaniyê Rêzan Dilêr îro (Yekşem, 14.12.2025) ji Peyamnêra K24ê Dalya Kemal re got: “Li embarên perwerdeya rojhilat amadekariyên veguhestina kitêbên nû hatine destpêkirin. Biryar e ku ew kitêb li ser nêzîkî pênc hezar xwendekaran bên belavkirin, ku kitêbên wan di encama lehiyê de wêran bûne.”
Rêzan Dilêr ron jî kir: “Ev qonaxa yekê ya hevkariyan e. Kitêb ji 750 xwendekarên polên yekê heta şeşê yên xwendina berahiyê re hatine dabîn kirin. Herwesa ji bo polên heftê heta nehê jî, nêzîkî 500 xwendekaran dê kitêban werbigirin û pêvajo dê berdewam be.”
Nirxa wan 55 hezar kitêbên nû bi qasî 70 milyon dînaran e û li ser budceya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin.
Lehiya çend rojên borî ya Çemçemalê gelek zirarên canî û madî hebûn. Zirar gihîştiye zêdetirî 500 xanî û 100 dikanan. Sektora perwerdeyê jî ji vê karesatê bêpar nebû; zirar gihîşt zêdetirî 10 dibistanên wê deverê û pêvajoya perwerdeyê ji bo demekê hat rawestandin.
Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Perwerdeyê hejmareka biryarên bilez derxist, wekî nûjenkirina dibistanên zirardîtî, qerebûkirina alavên pûçbûyî û paşxistina ezmûnên dawiya werzê xwendinê.
Ev kampanyaya dabînkirina kitêban jî pareka bizavên hikûmet û rêxistinan e, ji bo normalkirina jiyanê û vegera xwendekaran ji bo polên wan.