Rê li ciwanên Kerkûkê tê girtin ku alaya Kurdistanê di destê peykerê Pêşmerge de bilind bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ciwanên Kerkûkê xwepêşandanek li dar xist û daxwaz kir ku, alaya Kurdistanê di destê peykerê Pêşmerge de bilind bikin, lê ji aliyê hêzeka mezin a ewlehiyê ya Iraqê ve rê li wan hat girtin.

Hin ji wan ciwanên Kerkûkê dibêjin: "Divê alaya Kurdistanê li kêleka alaya Iraqê bê bilindkirin.” Hin ciwanên din jî dibêjin: “Ji ber ku ew peykerê Pêşmerge ye, divê tenê alaya Kurdistanê di destê wî de bê bilindkirin."

Yek ji xwepêşanderan ji Kurdistan24ê re got: "Ji 16ê Cotmehê ve alaya Kurdistanê ji destê wî peykerî hatiye derxistin.” Amaje jî da: “Em li Kerkûkê bêxwedî ne. Îdareya wî bajarî gelek ji bo Kurdan gelek bêxem e, îdareyeka bêdesthilat e.”

Wî herwesa got: "Em ji îdareya wî bajarî dixwazin ku, an alaya Iraqê bê rakirin an jî alaya Kurdistanê jî li ser wî peykerî bê bilindkirin." Herwesa got: “Ez weke Pêşmergeyek amade me heta mirinê bê mûçe bixebitim, tenê alaya Kurdistanê bê bilindkirin.”

Xwepêşanderekê din jî got: “An bila alaya Kurdistanê jî li kêleka alaya Iraqê bê bilindkirin, an ew peyker dê ji vê derê bê rakirin an jî hemî ciwan dê xwe bidin şehîdkirin.”

Xwepêşanderekê din li Kerkûkê got ku, ew xwepêşandan bêyî piştgiriya tu partiyekê tê lidarxistin, em dixwazin ku alaya Kurdistanê tenê li ser peykerê Pêşmerge bê bilindkirin, parêzgar jî heke nikare vê yekê bike, tu çareseriyeka din tune.

Hêzeka ewlehiyê ya zêde li derdora peykerê Pêşmerge hatiye komkirin da ku rêyê li ber wan xwepêşanderan bigire û nehêlin alaya Kurdistanê bê bilindkirin. Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Parêzgarê Kerkûkê gazî hin ji wan xwepêşanderan kir û jê re gotiye: “Yek du rojan destûrê bidin min, soz be ku em dê alaya Kurdistanê di destê peykerê Pêşmerge de bilind bikin.”

Xwepêşanderekê din got: “An divê peykerê Pêşmerge bê ala be an jî divê alaya Kurdistanê di destê wî de be. Me li sala 2023ê çar şehîd li ser wê alayê dane. Îro jî Roja Alaya Kurdistanê ye, alaya Kurdistanê li ba me pîroz e. wan hêzeke zêde aniye ser me.”

Xwepêşanderekê din ragihand: "Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha soz daye ku pirsgirêka me çareser bike. Ew peykerê ku hat çêkirin, alaya Kurdistanê di destê wî de hat bilindkirin. Kerkûk dilê Kurdistanê ye, çawa dibe ku alaya Iraqê di destê wî de bê bilindkirin?"

Herwesa got: "Ew alaya mezin a Kurdistanê ku me anîbû, ji bo wê bû ku em wê di destê peykerê Pêşmerge de bilind bikin, lê niha em ji ber soza parêzgar vekişiyan û me alaya xwe bilind nekir. Ew alaya ku me çê kiriye sê metreyan dirêj û du metreyan jî fireh e.”