Şerefxan Cizîrî: Divê Kurd ji partîparêziyê derkevin û bibin neteweparêz
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, derbarê proseya nû ya aştiyê û rewşa zimanê Kurdî de, tekez kir ku zimanê Kurdî, zimanê hemû Kurdan e û divê daxwazên neteweyî li pêşiya daxwazên partîtî bin.
Şerefxan Cizîrî di beşdariya bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de, rexne li helwesta dewleta Tirkiyeyê girt ku hincetan ji bo fermîbûna zimanê Kurdî digire ku ti bingeha wan tune ye. Herwiha Cizîrî bal kişand ser serkeftina zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê û got: "Li Başûrê Kurdistanê zimanê Kurdî û çend zimanên din li dibistanan, televîzyonan û gelek deveran tên bikaranîn. Qiyamet jî ranebûye! Çand û pêkvejiyan li wir bi pêş ketiye. Başûrê Kurdistanê ji bo gelek deveran dibe mînak."
Cizîrî diyar kir ku ew rojane vê proseyê dişopînin û got: "Dewlet û yên ku nûnertiya wê dikin, dixwazin Kurdan tune bikin, wan bikin Tirk û rastiya dîrokî ya miletê Kurd înkar dikin. Ji bo vê yekê jî hincetan derdixin pêş."
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî bal kişand ser kêmasiyên siyaseta Kurdî jî û got: "Mixabin hinek caran em dibin partîparêz û kesparêz. Divê em ji vê yekê derkevin û bibin neteweparêz. Zimanê Kurdî ne zimanê partiyekê ye, zimanê hemû Kurdan e."
Cizîrî hişyarî da ku eger Kurd di nav xwe de tifaqeke mayînde ava nekin û nûnertiyeke neteweyî pêk neynin, dê dewlet vê valahiyê li dijî wan bikar bîne.
Şerefxan Cizîrî got jî: "Wekî her miletekî li Rojhilata Navîn, mafê Kurdan heye ku li ser axa xwe azad bijîn û bibin xwediyê ziman, çand û dîroka xwe. Tifaqa ku Ehmedê Xanî beriya 300 salan behs dikir, divê demildest ava bibe. Eger ev tifaq ava nebe, paşeroja me di xetereyê de ye."
Cizîrî di dawiyê de tekez kir ku divê Kurdên hemû perçeyan (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) dest ji navên herêmî û mezhebî berdin û li dora navê "Kurd" û doza neteweyî bicivin.