Di şerê Helebê de jinekê canê xwe jidest da û 6 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şer û pevçûnên li her du taxên kurdan yên li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) giran bûne û di encama êrişa li li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, jinekê canê xwe jidest da û 6 kes birîndar bûn.

Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman Kurdistan24ê re ragihand, êrîş di destpêkê de ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi "Wezareta Bergiriyê ya Hikûmeta Sûriyê" ve li ser xaleke pişkinînê ya hevbeş a Asayîşê li çerxerêya Şîhanê hatiye kirin. Piştre veguheriye şerekî dijwar û her du aliyan çekên giran bikar anîne.

Ji aliyê din ve, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand, di encama vê êrîşê de, 2 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) birîndar bûne.

Ferhad Şamî hikûmeta Şamê wekî berpirsyara sereke ya van aloziyan bi nav kir û destnîşan kir ku ev rûdan nîşan didin ku hikûmeta Sûriyê nikare kontrola komên çekdar ên ser bi xwe ve bike.

Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve, di encama êrişa li grûpên çekdaran li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, jinekê canê xwe jidest da û 6 kes birîndar bûn.