Mesrûr Barzanî rola NY ya di piştgirîkirina proseya siyasî ya Iraqê de bilind nirxand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya bidawîhatina erkê wî, îro 23ê Berçileyê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Mihemed Hessan kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Mihemed Hessan kir, ji bo rola wî ya erênî di piştgirîkirina proseya siyasî de û herwiha ji bo wan hewildanên ku di asta Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo dabînkirina aramî û seqamgiriyê dane.

Ji aliyê din ve, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî pêzanînên xwe ji bo hevahengî û hevkariya baş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel ajansên Neteweyên Yekgirtî nîşan dan.

Di beşeke din a hevdîtinê de, dawîn geşedan û pêşveçûnên rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin.