Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re civiya û pê re mijarên dadperwerî û mafnasiyê nîqaş kirin. Endamekê wê şandê ragihand: “Em dixwazin aştî bi qanûnan bê nîqaşkirin û li ser zemîna dadperweriyê hertimî be.”
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê îro (Sêşem, 23.12.2025) li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç civiya.
Endamê Şanda Îmraliyê Mîthet Sancar ragihand ku, di Wezareta Dadê de ji bo pêvajoya aştiyê amadekariyên mezin hene û ew dixwazin proseya aşitiyê bi qanûnê garantî û hertimî bikin.
Mîthet Sancar herwesa got: “Me mijarên dadperwerî û mafnasiyê nîqaş kirin. Di derheqa derxistina qanûnên vê pêvajoyê jî, me nêrînên xwe bi hev guhertin.”
Navbirî amaje jî da: “Aştî bi gerentiyên qanûnî hertimî dibe. Em dixwazin zemîna qanûnî ji bo aştiyê guncayî be. Wezareta Dadê agahî dan û me jî dît ku amadekariyên berfireh hene.”
Endamê Şanda Îmraliyê ron jî kir: “Em dixwazin aştî bi qanûnan bê garantîkirin û li ser zemîna dadperweriyê hertimî be.” herwesa got: “Em bizavê dikin ku vê pêvajoyê bigihînin aştî, demokrasî û dadperweriyê. Ev jî bi karê me hemiyan dibe.”
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê, ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Parêzer Ozgur Erol pêk tê, gera xwe ya hevdîtinan a bi aliyên siyasî û hikûmî re didomîne.
Şanda navbirî pêştir li roja Duşemê (22.12.2025) saet 12:00 ê nîvroyê bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel re û
saet 16:00 jî bi Serokê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan re civiya.