Dema karê ‘Komîsyona Aştiyê’ hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dema karê "Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) hatibû avakirin, ji bo 2 mehên din hat dirêjkirin.

Komîsyon îro 24ê Berçileyê bi rojeva ku rapora hevpar heta 31ê Berçileyê bi dawî nabe, civiya. Di civînê de Prof. Dr. Havva Kok Arslan û Murat Sevecen li ser analîza axaftinên ku heta niha di civînên komîsyonê de hatine kirin, pêşkêşiyek kirin. Pisporan bal kişand ser xalên wekhev û cudahiyên di daxuyaniyên aliyan de û pêdiviyên qonaxa nû. Piştî nirxandina parlamenteran, bi yekdengî biryar hat girtin ku dema xebata komîsyonê 2 mehên din bê dirêjkirin.

Pêvajoyê Çawa Dest Pê Kir?

Ev pêvajo piştî banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçeli ya di 15ê Cotmeha 2024an de û peyama Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan dest pê kiribû. Di encama vê geşedanê de, PKKê di 11ê Tîrmeha 2025an de li bajarê Silêmaniyê çekên xwe şewitandibûn, şewitandina çekan jî wekî sembola dawîanîna şer hatibû pênasekirin.

Serdana Îmraliyê û Nakokiya li ser Kurtelîsteyan

Di çarçoveya xebatên komîsyonê de, sê endamên ji AK Parti, MHP û DEM Partiyê di 24ê Mijdarê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiyabûn. Lêbelê, piştî xwendina "kurtelîsteya civînê" di 4ê Berçileyê de, DEM Partiyê nerazîbûn nîşan dabû û diyar kiribû ku kurtelîste "kêm û parçe parçe ne" û ew di amadekirina wan de beşdar nebûne.

Qonaxa Nivîsandina Rapora Dawî

Niha komîsyon bi beşdariya pênc partiyên ku li parlamentoyê komên wan hene (AK Parti, CHP, MHP, DEM Parti û Koma Yeni Yol) amadekariya nivîsandina rapora dawîn dike. Di vê çarçoveyê de, Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş di 22ê Berçileyê de bi nûnerên van partiyan re civiya.