Qamişlo: Zêdebûna gotarên kînê yên dijî Kurdan metirsiyê li ser pêkvejiyanê çêdike
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî guhertinên dawî yên li Sûriyeyê, zêdebûna gotarên kînê û nijadperestiyê yên ji aliyê alîgirên hikûmeta Şamê ve li dijî Kurdan, bûye sedema nîgeraniyeke mezin di nava civakê de. Çavdêr û çalakvan hişyariyê didin ku ev cure reftar dikarin bibin sedema aloziyên nû yên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de.
Ev gotarên kînê ne tenê di asta civakî de, lê di asta siyasî de jî dibin asteng. Taybetî piştî aloziyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, zimanê kînê yê di çapemenî û medyaya civakî de hatiye bikaranîn, bandoreke nerênî li ser cîbicîkirina "Peymana 10’ê Adarê" û hewildanên diyalogê dike.
Serkirdeya Partiya Kombûna Kurdistanî Zozik Elî derbarê mijarê de ragihand, hişmendiya niha ya hikûmeta Şamê ti cudahiya wê ji hişmendiya rejîma berê nîne.
Zozok Elî destnîşan kir ku ev zimanê nijadperest rê li ber tundiya fîzîkî û êrîşên li dijî sivîlan vedike û got: "Em dibînin ku ev gotar dibin sedema kuştina zarokan û êrîşên li ser rûmeta jinan. Ev zimanê kînê şerê di navbera gelan de kûrtir dike."
Çalakvanê siyasî Îdrîs Hac Tahir jî bal kişand ser giringiya rûbirûbûna vî zimanî û destnîşan kir ku ji bo parastina biratiya gelan û avakirina Sûriyeyeke nû, pêdivî bi yasayeke taybet heye ku gotarên kînê û tawanên nijadperestiyê qedexe bike.
Herwiha got: "Ji bo ku em di nav Sûriyeyeke demokratîk û hevbeş de bijîn, divê ev zimanê kînê ji holê rabe. Divê bi rêya diyalogê û bi yasayan rê li ber nijadperestiyê bê girtin da ku pêkvejiyan bê parastin."
Pisporên siyasî diyar dikin ku heger hikûmeta Şamê û alîgirên wê dev ji vî zimanê provokatîf bernedin, dê proseya çareseriya siyasî li Sûriyeyê hîn bêtir aloz bibe. Zêdebûna gotarên kînê wekî metirsiyekê li ser "Biratiya Gelan" û aramniya herêmê tê nirxandin.