Hikûmeta Sûriyeyê ji Kurdistan24ê re: Berî serê salê HSD tevlî artêşê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Beriya serê sala nû, bi serperiştiya Amerîkayê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şera li paytext Şamê dicivin. Mijara sereke ya civînê, cîbicîkirina "Peymana 10’ê Adarê" û yekxistina hêzên leşkerî ye.
90 Hezar Şervanên HSDê Dibin Leşkerên Dewletê
Çavkaniyekê ji hikûmeta Sûriyeyê Îro 25ê Berçileyê ji peyamnêrê Kurdistan24ê li Şamê re ragihand, di vê hevdîtina dîrokî de, dê mekanîzmaya tevlîbûna HSDê bo nava artêşa Sûriyeyê bê yekalîkirin.
Li gorî agahiyan, zêdetirî 90 hezar endamên HSDê dê derbasî nava Wezareta Berevanî û Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê bibin.
Hat diyarkirin ku ev prose bi guşar û serperiştiya Amerîka, Brîtanya û Fransayê tê meşandin û tê çaverêkirin ku di du rojên bê de li ser hûrguliyan rêkeftineke dawî bê îmzekirin.
Peymana 10’ê Adarê: Nexşerêya Sûriyeya Nû
Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera di 10ê Adara 2025an de peymaneke 8 xalî îmze kiribûn. Armanca vê peymanê yekxistina dezgehên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweserê ligel hikûmeta navendî ya Şamê bû.
Peymana 10’ê Adarê:
1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.
2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.
3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.
7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.
Rola Amerîka û Welatên Rojava
Amerîka, ligel Brîtanya û Fransayê, wekî garantorên cîbicîkirina vê peymanê têne dîtin. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) berê jî piştgiriya xwe ji bo afirandina artêşeke yekgirtî nîşan dabû da ku asayîşa navçeyê bê parastin û rê li ber serhildana careke din a DAIŞê bê girtin.
Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera, di meha Mijdara borî de daxwaz kiribû ku Amerîka bi awayekî rasterast serperiştiya proseya yekbûna (întegrasyona) hêzên HSDê bike, da ku tu astengî dernekevin û peyman biser bikeve.