Tirkiye.. 115 kes bi gomana têkiliyên bi DAIŞê re hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Dozgerê Giştî yê Stenbolê îro (Pêncşem, 25.12.2025) ragihand ku, polîsên Tirkiyeyê 115 kes bi gumana peywendiyên bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) re û plankirina êrîşkirina li ser ahengkerên cejna serê sala di wî welatî de girtine.
Nivîsîngeha Dozgerê Giştî yê Stenbolê di peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kir ku tê de hatiye, "Polîsên Stenbolê agahiyên berfireh wergirtine ku ew kes girêdayî DAIŞê ne û plan dikin ku di dema ahengên cejnên Kirîsmaisê û serê sala nû ya Zayînî de êrîşî welatiyan bikin."
Nivîsîngeha navbirî, zêdetir zanyar li ser pîşe û cihê manê yê kesên hatine girtin eşkere nekirine.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê pêştir jî li roja 8ê Cotmeha borî du sinêle bi gumana plankirina êrîşeka terorîstî û peywendiya bi endamên DAIŞê re li Stenbolê girtin, piştî ku polîsan bi rêya bernameya şandina peyaman bi kodan delîlên peywendiya wan bi çekdarên DAIŞê re dîtin.
Rayedaran dibêjin: "Di kompûtera yek ji wan gumanbaran de dosyayek hatiye dîtin ku tê de rênimayên çêkirina Molotov û teqemeniyan, materyalên komkirina çekên qenas, perwerdehiya gulebaranê û hejmareka mezin a vîdyoyên propaganda û vîdyoyên fêrkirinê yên girêdayî DAIŞê tê de hebûn."
Li gorî zanyarên fermî yên medyaya Tirkiyeyê, polîsên Tirkiyeyê di 10 mehên borî de zêdetirî sê hezar û 686 kesan bi gumana peywendiyên bi DAIŞê re girtine, ku 784 ji wan cezayê girtîgehê wergirtiye; Ev hejmar nîşana mezinbûna rêxistinên wê rêxistinê li Tirkiyeyê ye.