Şam: Guftûgoyên bi HSDê re ti encamên pratîkî nedane
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyeyê derbarê daxuyaniyên dawî yên fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de nerazîbûna xwe nîşan da. Şamê ragihand, tevî axaftinên li ser diyalogê jî, heta niha ti encamên "berçav û misoger" di navbera her du aliyan de pêk nehatine.
'Daxuyaniyên HSDê ji bo Medyayê ne'
Jêderekî berpirs ji Wezareta Derve ya Sûriyeyê îro 26ê Berçileyê ji ajansa fermî SANA re ragihand, daxuyaniyên HSDê yên derbarê berdewamiya diyalogê de, tenê ji bo "armancên medyayê" û kêmkirina guşarên siyasî ne. Herwiha destnîşan kir jî, di rastiyê de guftûgo sekinî ne û "vîneke rastîn" ji bo cîbicîkirina rêkeftinan tune ye.
Wezareta Derve ya Sûriyeyê bal kişand ser nakokiyên di navbera daxuyaniyên HSDê û rewşa li ser erdê de û weha got: "Tekezkirina li ser yekparçeyiya Sûriyeyê ligel rastiya li Bakur û Rojhilatê welat, li hev nake. Hebûna saziyên îdarî, ewlehî û leşkerî yên li derveyî çarçoveya dewletê, perçebûnê kûrtir dike, ne ku çareser dike."
Pirsgirêka Petrolê û Peymana 10’ê Adarê
Derbarê yekxistina saziyan û rêveberiya çavkaniyên xwezayî de, wî jêderî got ku axaftinên li ser tevlîbûna saziyên herêmê bo nava dewletê tenê "teorîk" mane û ti pêngavên pratîkî yan jî xişteyeke zelal nîn in.
Herwiha derbarê daxuyaniyên HSDê yên ku dibêjin "petrol milkê hemû Sûriyeyiyan e" de, hat gotin: "Heta ku petrol di bin kontrola saziyên dewletê de nebe û dahata wê neçe nava bûceya giştî, ev gotin bêwate ne."
Nenavendî û Serweriya Niştimanî
Hikûmeta Sûriyeyê sîstema "nenavendî" ya ku HSD daxwaz dike, wekî metirsiyekê li ser yekparçeyiya welat dibîne. Şam îdîa dike ku ev daxwaz ne tenê îdarî ye, lê "nenavendiyeke siyasî û ewlehî" ye ku statuya "de facto" diparêze û nûnertiya rastîn a pêkhateyên herêmê nake.
Mijara Leşkerî û Dergehên Sînorî
Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Derve amaje bi wê kir ku hebûna hêzên çekdar ên li derveyî Artêşa Sûriyeyê ku xwedî biryarên serbixwe û peywendiyên derve ne, li dijî serweriya niştimanî ye. Her wiha hat gotin ku kontrolkirina yekalî ya li ser dergehên sînorî û bikaranîna wan wekî "kaxizeke danûstandinê", astengiyeke mezin e li pêşiya aramiya Sûriyeyê.
Ev daxuyaniya Şamê di demekê de tê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, duh derbarê dawîn geşedanên siyasî û "Peymana 10’ê Adarê" de, ragihand ku di pirsên leşkerî û birêvebirina sînoran de pêngavên giring hatine havêtin.