Ferhad Şamî: Mezlûm Ebdî neçûye Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi rengekê fermî wan nûçeyan red dike yên ku behsa serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo Sûriyeyê dikin. Tekez jî kir ku, wan Zanyaran tu bingeheke rastîn nîne.

Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di ronkirineka bilez de eşkere kir ku, tiştên ku di hin medya û torên civakî de li ser serdana îro ya Mezlûm Ebdî ji bo Şamê hatine weşandin tenê gotgotk in.

Ferhad Şamî tekez jî kir ku, hemî rengên têkiliyan, tevgerên siyasî an leşkerî yên fermî tenê bi rêya kanalên fermî yên HSDê ji bo raya giştî tên belavkirin.

Ev redkirin piştî wê yekê tê ku, di çend saetên borî de pêleka gotgotkan di medyayên navxweyî û yên deverê de belav bûne ku qaşo şandeka bilind a HSDê bi serokatiya Mezlûm Ebdî ji bo nîqaşkirina mijarên siyasî û ewlehiyê gihîştiye Şamê.

HSDê bang li medyayan jî kir ku, ji bo veguhastina nûçeyên hestyar tenê xwe bispêrin çavkaniyên fermî.